1. Dibêjin, ku ji avê derkeve masî birca masî dimire, min bî xwe masiyek nas kir, ji avê derket û nemir. Lê gellek caran beriya avê dikir û di nav hestirên xwe yên şor de sobayî dikir. Derketina ji avê tişteke ecêb e bi rastî jî. Ihtimala mirinê jî qasê ihtimala jiyaneke xweş heye. Êdî ew ji te re ye. Biryardayîn... ka destûr bidin hebkî qala masiyê xwe bikim. Ew masiyê min î yekem bû di vê jiyana kurt de. Ez bi wî re hîn bûm, masiyek çi dixwe, çi naxwe, ji çi hez dike, ji çi hez nake, bi çi kêfxweş dibe an jî nabe. Hema bibêje her tişt. Erê rast e, yên ku dibêjin masî dimire dereweke mezin dikin. Min çavên xwe dît, nemir. Zêdetir, bi jiyana bê av bextewartir dibû. Lê ev jî rastiyeke din e ku; masiyek heta hetaye nikare bê av bimîne. An beriya avê dike divegere an jî piştî demeke venagere û xwe dikuje. |
|
27.03.2016 19:18 |
gulêê
|
2. "ku ji avê derkeve masî dimire, |
|
27.03.2016 20:40 |
roza
|
3. Rast e |
|
27.03.2016 20:44 |
quşxaneli
|
4. waxta ku masî avê dertê, xwe dikuje. |
|
28.03.2016 01:22 ~01:27 |
bûtîmar
|
5. ... |
|
28.03.2016 22:42 |
xemgîn bextreş
|
6. rast e, em kurd ji masî yin û ava me jî zimanê me ye û ger masî ji avê derbikevi dimirê rast e.. |
|
28.03.2016 22:49 |
xemgîn bextreş
|
7. Masiyek heye bi îngîlizî dibêjin catfish, bi kurmancî masiyên bisimbêl e. |
|
17 roj berê 15:58 |
cinorek
|
8. Pirseke basît e û ku her kes pê dizane bersiva wê "herê" ye. |
|
17 roj berê 18:18 ~21:46 |
mirovekirind
|
9. Ew masiyê ez nas dikim herî kêm di nav deqîqeyekpê da dimirin lê belkû yên namirin jî hene. Axirê bav û kalên me jî ji avê derketibûn bejahiyê, eger wusa be em jî bi awayekî masî ne.:ddd |
|
17 roj berê 22:51 |
bayê xerbî
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |